[PDF/EBOOK] Veger author Şahînê Bekirê Soreklî author Şahînê Bekirê Soreklî – PDF, Kindle ePUB & TXT Online



1 thoughts on “Veger author Şahînê Bekirê Soreklî

  1. says:

    Romaneke xweş e her çias navê kurd û kurdistanê di romanê de derbas nebe jî em ji îma û wêneyan wek pergala axatiyê penaberî û rêx

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Summary Æ PDF, eBook or Kindle ePUB free ↠ Şahînê Bekirê Soreklî

Di dema kombûna rewşenbîran de em bi saya gotar pêşkêşkirinê dengên cihê cihê mirovan jî dibihîsîn Kadirê Rojperest Perîşan Pêzan Bêwar Ramanî Ronî Kaşanî û hwd Her yek ji hêlek ve bi şêweyên îronîk û mîzahî pest û pêkutiya desthilatdaran ya li ser merivên welatê Tarê û rewşenbîran tîne ziman Li dor hêmayên wekî “kevir” “mix” “pênûs” û “perên teyran” ku wekî alavên nivîsandinê tên bikaranîn û wekî sembolên berxwedanê ne pê re jî edexekirina van hêmayan ya ji hêla desthilatiya Tarê ve tê ravekirinBûyerên di romanê de bi destpêkirina jiyana rojane ya li gundê Avdarê dest pê dike Di sehera sibehê de dengê dîkan zirîna keran ewte ewta kûçikan û dengê mele Boyar têkelî hev dibin û em pê dihesin ku jiyanek kevneşopî ya rojane li gundê Avdarê dest pê dike Meleyê gund Boyar gelek ji karê xwe yê yeknesak bi gazin e Jiyana di navbera mizgeft û malê de bêhntengiyê lê çêdike û wekî çare karê mizgeftê radestî lawê xwe yê mezin dike û carinan ji gund bi dûr dikeve Ji bilî Avdarê gundekî din jî heye ku navê xwe Saranê ye ji bîst malî pêk tê û Leheng Axa xwediyê wî ye Romanivîs taybetiyên Leheng Axa wisa rêz kiriye ku mirov bibêje ax xwezila axayek wekî Leheng Axa xwediyê gundê me jî bûya Leheng Axa xêr û bêra zeviyan ji nîvî zêdetir li gundiyan belav dike merivek aştîxwaz e kîn û rik pêre tune ye li gund xwedî pirtûkxaneyekê ye wefek bi navê “Wefa Kaşan Begê” ava kiriye û bi saya vê wefê lêçûnên nexweşan dabîn dike û pê re jî hin zarokên di xwendinê de jîr û zanaye dişîne Awustiryayê bajarê Viyenayê Û bêyî pirsa “gelo bi rastî di dîrokê de axayê me yê xwedî pirtûkxane hebûn an na” mirov nikare vê beşê derbas bike Pirsa “ger axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane hebûna dê halê me yê îroj ev bûya” tê bîra mirov Mixabin ku ev axayê xwedî xisletên pak li hesabê deshilatdarê welatê Tarê nayê û fermana kuştina wî tê dayîn Û di herka romanê de em dibînin ku dikeve kemîna leşkerên bajarê Tarê û tevî Halo yê rewşenbîr ku ji Viyaneyê ji bo rêzekonferansan hatibû bajarê Tarê tên kuştinDi herka romanê de em dibînin ku stêrka “Çayxaneya Aramo” ku li bajarê Tarê ye diçirûse Ev çayxane dibe navenda geşedanên girîng Hin mirovên jîr û zana rewşenbîrên ku zaroktiya wan li welatê Tarê derbas bûye bi egerên cihê cihê xwe gihan dine welatên wekî Ewropa û Amerîkayê piştî xwendina xwe kuta dikin û dibin xwedî erk û payeyên bilind bi vexwendin û pêşengiya Leheng Axa vedigerin welatê xwe û li bajarê Tarê rêze konferansan derheê mijarên cur bi cur de pêşkêşî milet dikin Li vî mekanî çalakiya pêşkêşkirina gotaran balkêş e Di vir de romanivîs bala me dikişîne ser wê rewşê ku rewşenbîrên zarokatiya xwe li welatê Tarê derbas kirine piştî demekê li welatên dereke xwendine û bûne xwedî gelek agahiyan lê li welatê Tarê cihê ku lê bûne mêvan ne ewas azad in Ji ber ku her yek li odeyek hatiye ezimandin û isedana bi hev re an derbaskirina demê ya bi hev re mîna ku edexe be dixuye Xala din jî ew e ku romanivîs şêwazeke mîzahî bi kar aniye û rewşe.

Read Veger author Şahînê Bekirê Soreklî

Veger author Şahînê Bekirê Soreklî

Nbîrên gotarên xwe pêşkeş dikin wekî xwe bi xwe pesnê xwe didin û xwe jîr û zana derdixin pêş ravî me dide Mînaka vê yekê vegotina Pêzan Perîşanî ye ku derheê “ederê” de ise dike “Bi kurtî heger ne ji daxwaza min ya bi îsrar bûya ez ê yan li gund mabûma û îroj bavê deh duwazdeh kur û îzên perîşan bûma yan jî bûbûma esrarkêşekî yan tew “oxlanciyekî” û heye ku îroj mirî yan girtî bûma Lê na min edera xwe du cara ji du caran zêdetir bêguman guhert û bi serbilindî dikarim xwe wek rewşenbîrekî gelê xwe bi nav bikim” Rûp 43 Li vir uslûbek mîzahî bikar aniye û rewş û rola nivîskarên me di awêneya bajarê Tarê de raxistiye ber çavan ku beyî xwendekar an gel wan wekî rewşenbîr bi nav bikin ew bi xwe dilezînin û rewşenbîriya xwe îlan dikinLi gel van geşedanên li bajarê Tarê em dibînin ku li gundên nêzîkî Tarê jî hin pirsgirêk diewimin Jiyana axatiyê hêj berdewam e Hin erd û gund ji Kaşan Begê gihîştiye kurê wî Leheng Axayî Nakokiyên di navbera gundiyan de dibe sedem ku li gundê Bêçarê ji du malbatên rikeberê hevdu du mirov bên kuştin û şîn û dengê zêmaran li asîmanê derdorê konê xwe vegire Û mirovên wekî axa mele û şêx di nav de bi bandor in vê bûyera xwînî çareser dikin û malbatan li hev tînin Lê lihevanîna malbatan rayedarên dewletê zivêr dike û li pey vê planek ji bo kuştina Leheng Axa û Mele Boyar çêdikin û di derengiya şevê de li serê riyê kemînê datînin Leheng Axayî dikujin û vê bûyerê jî vedişêrin û dikin stûyê “Rêxistina Serdarê Tarî” Divê em li vir vê bibêjin ku Soreklî dema bûyerên welatê Tarê radigihîne me di nav de ala şerê dewletê û “Rêxistina Serdarê Tarî” dike em dizanin bêyî nav û dîrokê bide ala kîjan salan û kîjan rêxistinê dike Ji vir û pê ve tama hingivîn ya ji romanê tê cihê xwe dide tama hingivê xwê bi ser de hatî reşandin Ji ber ku tevgera gelê kurd bi navandineke et mirov napejirîne bi nav kiriye û mîna ku li hemberî hemû şêx mele û axayan be daye nasîn Lê ev jî rastiyek e ku sînorê edebiyatê bi asî ku em texeyul nakin berfireh e tenê bi şertê ku rastî neyê veşartin û bûyer neyên berevajî kirin Her çiasî romanivîs di destpêka romanê de destnîşan dike ku cih û bûyer hemû xeyalî ne jî mirov di herka romanê de têdigihîje ku “Welatê Tarê” Kurdistan bi xwe ye û pirsgirêkên li gund û bajarên wê tên jiyîn bi hemû dîmenên xwe rastiya welatê me yê wextekê radixe ber çavan Pergala axatiyê reva ji welat penaberî nakokiyên di nava gundiyan de û pevçûnên wan ku bi kuştinan bi dawî dibe zilm û zora desthilatiya mêtinger ku mirovan bêçare dihêle şerê azadiyê rexistinên tundrew ên olî ku jiyanê li mirovan teng dike toreya zewicandina keçikan ya bê dilê wan di kesayetiya Lorînê de dixuye ku bi serîhildana Lorînê re pêk nayê û paşê bi dilê xwe bi Pîran re dizewice û dibe sedem ku Pîran ji Almanyayê vegere welatê xwe hemû bi hev ve girêdayî hatiye vegotin ku di rastiya xwe de her yek dikare bibe mijara romaneke xweserBer bi dawiya romana “Veger”ê de em dibînin ku xeyalê Leheng Axa –di esasê xwe de xewn û xeyalên nivîsk.

Summary Æ PDF, eBook or Kindle ePUB free ↠ Şahînê Bekirê Soreklî

Şahînê Bekirê Soreklî nivîskarekî hêja ye ku bi çend pirtûkên xwe yên giranbuha kitêbxaneya edebiyata kurdî xemilandiye Ji çîrokan hetanî romanan berhem afirandine Dîsa ji zimanên îngilîzî almanî û erebî roman helbest û hin gotar wergerandiye zimanê kurdî Niha jî li welatê “perê dinyayê” Awutralyayê bi cih bûye û li bajarê Sydneyê di dezgeha “SBS Radio”yê de bernameyên kurdî pêşkêş dike Soreklî bi du romanên xwe di xizmeta wêjeya kurdî de ye Wendabûn û Veger Ji ber ku tenê romana wî ya bi navê “Veger” bi dest min ketiye ez ê hewl bidim ku li ser vê pirtûka wî hin paragrafan lê bikim Roman bi çapa xwe ya yekem di sala 2006’an de li Duhokê ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve hatiye weşandin Lê mixabin Weşanxaneya “Na” yê ev agahî ji bîr kiriye û di rûpela diduyan de wekî “çapa yekem” 2014Îzmîr kifş kiriye Romanivîs di destpêka romanê de sê rûpel ji bo nasîna lehengan cihên ku bûyer lê ewimîne terxan kiriye û bawerim ev kifşkirin ne pewîst e Ji ber ku xwîner dema li xwendina romanê germ bû dê bi hêsanî hem lehengan nas bike û hem jî cihên ku bûyer lê ewimî neCihên bûyer lê derbas dibe romanivîs wekî “bajarê Tarêwelatê Tarê” bi nav kiriye Di honaka romanê de Tar di heman demê de navê bajarekî ye ku paytexta welat e Ligel bajarê Tarê çend gund bi hinek taybetiyên xwe dibin navenda hin bûyeran Gundên ku herî navdar ev in Avdar Saran û Bêçarê Ev bajar û gund bi temamî xeyalî ne û her çias navê kurd û Kurdistanê di romanê de derbas nebe jî em ji îma û îmajan pê derdixin ku rastiya gund û welatê kurdan û rewşa wan ya civakî ya demekê radixe ber çavan Roman li ser esasê hin merivên ku welatê Tarê terikandine û li dinyayê belav bûne xwendine û bûne xwedî pîşeyan û li ser daxwaz plan û pêşengiya Leheng Axa bi asî du hefteyan li bajarê xwe yê zaroktiyê Tarê “vedigerin” û li ser rewşa welatê xwe komxebatan pêktînin û dixwazin edera welatê xwe vegerînin rewşa berê ku wekî “War” dihate nasîn hatiye hûnandin Lê hin navên wekî Amerîka Boston Almanya Berlîn Viyana û Romanya derbas dibin ku hin rewşenbîrên welatê Tarêkurdan li van deveran xwendine û bûne xwedî kar û dezgeyên girîng ev cih û warinan di rastiya xwe de hene û dîsa em di hêla cih û warên kurdan de pêrgî xumamiyek tên ku nivîskar bi navên xeyalî wan bi nav dike Dema behsa cografiyaya welatê Tarêwelatê kurdan tê kirin xeyal li peş e lê dema ku ala cografiya yên din dibe rastî di meriyetê de yeBûyerên di romanê de li ser du stûnan hatiye rûnandin Yek jiyana li gundên ku me li jor navên wan rêz kiriye û bi axa mele û şêxên xwe ve pergalek birêvebirinê heye Ya din li navenda bajarê Tarê li derûdora Çayxaneya Aramo li hev kombûna hin rewşenbîran e ku li ser daxwaza leheng Axa ji welatên cur bi cur hatine û hewl didin ku çalakiyek rêzekonferansan li dar bixinVegotina bûyeran ji hêla vebêj nivîskar ve dest pê dike lê di herka romanê de em dibînin ku yek ji lehengê romanê “Pîran” bûyeran vedibêje carinan rêbaza diyalogê derdikeve pêş; wekî di navbera Pîran û Rastîn de yan jî di navbera Pîran û Lorînê de Dîsa.